Li peravên Morîtanyayê keştiyek noq bû: Herî kêm 58 koçber mirin

Rêxistina Koçberan a Navneteweyî ragihand ku roja pêrşemiyê li peravên Morîtanyayê di encama noqbûna keştiyê de herî kêm 58 koçberan jiyana ji dest dan.

Rêxistina Koçberan daxuyaniyekî nivîskî belav kir û diyar kir ku bi giştî 83 kes bi melevantiyê karîne xwe bigihînin beravê. Encex herî kêm 58 koçber jî xeniqîne. Hate zanîn ku keştî di 27’ê Mijdarê ji Gambîayê birê ketibû.

Yên sax manî ew agahî dan ku wexta keştî nêzîkî beravê dibû sûtemeniya wê diqede. Erkdarê Rêxistina Koçberan a Navnetewî ya li Morîtaniyayê Laura Lungarottî got ku rayedarên Morîtanyayê bi awayekî çalak tevkarî kirine û wiha domand: “Karê me yê sereke ew bû ku em bi yên sax re eleqedar bibin û alîkariyên pêwîst pêşkêş bikin.”

Li gorî Rêxistina Koçberan ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî di navbera salên 2014 û 2018’an de nêzî 35 hezar koçber gihîştine Ewropayê.