Li peravên Lîbyayê 335 penaber hatin rizgarkirin

Hêzên dervayî yên Lîbyayê li bakurê paytext Trablûsê di du opereasyonên cûda de 335 penaber rizgar kirin û cenazeyê kesekê jî ji deryayê derxsit.

Berdevkê hêzên deryayî efser Eyyûb Kasim ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku roja Şemiyê li Zûarayê di keştiyekê de 57 penaber rizgar kirine. Hate diyar kirin ku di nava penaberên ji Etîyopya û Misirê 17 jin û 9 zarok jî hene.

Efser Kasim ragihand ku li bakurê rojhilat û bakurê rojava yê Trablûsê, di keştiyek din de 278 penaber rizgarkirine. Li gorî hêzên deryayî yên Lîbyayê 128 penaber ji Sûdanê, yên din ji Çad, Misir, Nîjerya, Benînlî û Erîtreliyê ne. Hate ragihandin ku di heman operasyonê de cenazeyê kesekê ji deryayê hate derxistin.

Li Lîbyayê piştî mudaxaleya NATO ya 2011’an û hilweşandina rejîma Mûammaar Kaddafî kaosek heye. Li welat tevî du hikûmetên rikeberî (hevrik) hev gelek komên çekdar desthilatdar in.