Li parzemîna Emerîkayê 15 welatan sînorê xwe ji Madûro re girtin

Welatên Emerîkaya Latîn biryar dan ku sînorên xwe ji Serokê Dewleta Venezûelayê Nîcolas Madûro re bigirin.

Endamên Rêxistina Dewletên Emerîkayê, nûnerên Erjantîn, Brezîlya, DYE û Şîlî û Perûyê roja Sêşemê tevlî civîneke li Bogotayê bûn a ku paytexta Kolombiyayê ye. Di civînê de peymanek hate îmzekirin.

Vê peymana bi navê Peymana Rîoyê di sala 1947’an de li dijî Bloka Sovyetê derketibû holê. Di nava demê de hin welat ji vê peymanê derketin. Bi zextên DYE’yê re ev peyman li hemberî Venezûelayê hate bikaranîn.

Li gorî xaleke vê peymanê, heke ji derve êrîşî welatekî endamê vê peymanê were kirin, alîkariya dualî wê were kirin. Bi vê xalê re mudaxeleya leşkerî ya li hemberî Venezûelayê ‘rewa’ tê dîtin.

Li gorî vê peymanê 15 welatan biryar dane ku Serokê Dewleta Venezûelayê Nîcolas Madûro jî di nav de, 30 kes nikarin têkevin welatê wan. Wezîrê Karê Derve Jorge Arreaza û Wezîrê Parastinê Vladîmîr Padrîno jî di nav van 30 kesan de ne.

Gelek welatên li herêmê û hêzên Rojavayê biryar dabûn ku piştgiriyê bidin Jûan Gûaîdo yê ku xwe wekî serokê demdemî nîşan dide. Gûaîdo yê ku nekarî Madûro hilweşîne, ji ber îddîayên nelirêtiyê yên parlementerên nêzî wî, piçekî din qelstir bûye.