Li Parîsê provokasyona AKP-MHP'yiyan: 2 ciwanên Kurd birîndar bûn

Li paytexta Fransa Parîsê, di dema çalakiyekê de ku ciwanên Kurd tecrîdkirina Ocalan şermezar dikin, AKP/MHP'yiyan bi çekê êrîş kirin.

Dema ku namzetê AKP/MHP'ê yê ji bo Şaredariya Xarpêrtê Bîlal Çoban û Serkonsolosê Tirk ê li Parîsê tevlî civînekê bûbûn, ciwanên Kurd jî ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwepêşandanek li dar dixistin.

Lê belê parêzvanên namzetê AKP/MHP'ê û Serkonsolosê Tirk ê li Parîsê bi çekê êrîş birin ser ciwanên Kurd û herî kêm 2 ciwan birîndar kirin. Tê gotin, polîsan jî 13 ciwanên Kurd destgîr kirine.

Hate ragihandin, yek ji birîndaran Şevder Erdene , lê navê yê duyemîn nayê zanîn.