Li Parîsê pevçûnan dest pê kir: Ji 500'î zêdetir kes hatin destgîrkirin

Li paytext Parîsê ji ber çalakiyên Qutikzeran rojeke derasyî heye. Gelek kes hatin destgîrkriin, pevçûnan dest pê kir.

Hate gotin li Parîsê heta saet 11.50'î 541 kes ji hêla polîsan ve lêpirsîna wan hatiye kirin û ji van 272 kes hatine destgîrkirin.

Li Grenobleyê kesekî ku tê gotin lîderê Qutikzeran e bi hinceta çalakiya bêdestûr hate destgîrkirin. Tê gotin li Grenobleyê ji sibehê ve nêzî 20 kesan hatine destgîrkirin.

Tê gotin li paytextê li gelek cihan komên mirovan hatine gel hev, bi hezaran kes li kuçeyan civiyane.

Polîsan ser çalakvanan seh dikin û wiha dihêlin ku çalakger biçin cihê çalakiyê.

Çalakî li tevahiya welêt berbelav bûne. Li ge ku hikûmetê ji baca ser sotemeniyê ji bo demekê gav bi paş ve avêt jî helwest kêm nebûn. Ev çar heftî ne Qutikzer bi asta netewî çalakiyan dikin.

Têkilî pevçûnan nûçeyên pêşî hatin. Li kuçeya Aresene Houssaeyê saet 10.30'an di navbeyna jandarma û çalakgeran de ku dibêjin, ''Macron îstîfa'' şer û pevçûn derket.

Qutikzer ji sê cihan ve ber bi kola Champs-Elyeseeyê ve diçin.

Qutikzerên li Porte Maîllotê komî ser hev bûn, ji bo destekê bidin xwendekarên lîsteyê ku Pêrşemê polîsan li ser kabokan dabûn rûniştandin, heman dîmen derxistin holê.