Greva li Parîsê dest pê kir

Li dijî reforma ku hikûmeta Fransiz dixwaze ji bo malnişîniyê bike, li Parîsê wesayitên gihandina giştî mezintirîn greva 12 salên dawî dikin.

Piştî betlaneya havînê li Fransayê pêleke nû ya grevê dest pê kir. Li dijî reforma malnişînbûnê heta dawiya Îlonê ji bo gelek rojan biryara grevê hate standin.

Destpêka grevê sektora gihandina tevahî ya herêma Parîsê kir. Li paytextê li her 16 xetên metroyê 10 jê bi temamî hatin girtin, yên din jî nîv vekirî man.

Tora trenê ya eksperê ya herêmî RER bi giştî nexebitî, ji otobûsan tenê 1 ji 3'yan derkete ser trafîkê. Tramvay jî li garaja man.

Li gorî medyaya Fransayê tora gihandina giştî ya herêma Parîsê RATP ji 12 salan ve hê greveke wiha ya giran nedîtibû.

Ji ber grevê hê saet 08.00'an li ser rêyên Fransayê bi dirêjahiya 275 kîlometroyan wesayitan da pey hev.