Li Parîsê beriya çalakiyê bi sedan kes hatin destgîrkirin

Li Fransayê îro çalakiya Êlek Zeran heye. Lê beriya çalakiya protestoyê destpê bike polîsan bi sedan kes detgîr kir.

Hate ragihandin ku beriya çalakiyê li Parîsê herî kêm 317 kes hatin destgîkirin. Midûriyeta Emniyetê ya Parîsê diyar kir ku kapasîteya destgîrkirina dibe 800 zêdetir jî bibe.

Hêzên ewlehiyê li cadeya Chaps-Elysees û qada Bastîlle ya Parîsê hemû çalakgeran bi sîstematîk kontrol dike. Polîs dest datîne li ser alavên kayak, berçavkên avjeniyê û kaskan. Li semta Porte Maîllot ku weke navnîşana çalakiyan tê diyar kirin polîsan şîe û darên ji bo alan tê bikaranî kom kir.

Li paytext rojekî awarte tê jiyîn. Îstasyona 36 metro hate giritn. Avahiyên şaredariyan, muze, îstasyonên bîsîkletan û bi dehan cihên kar hatin girtin. Li Parîsê gelek cihên bazarê jî hatin girtin.

Hikûmeta Fransa li tevayî welat 89 hezar endamên ewlehiyê û polîs erkdar kirin. Tenê li Parîsê 8 hezar polîs û cenderme bi 12 wesayîtên zirxî hatine erkdarkirin.