Li Pakistanê ji ber êrîşa xwekujî 6 kes mirin 13 kes birîndar bûn

Li pêşiya nexweşxaneya li gundê Kotlan Saidan ê herêma Dera Îsmaîl Xan a Pakistanê êrîşeke xwekujî hate kirin. Di encamê de 2 jê polîs 6 kes mirin. Talîban a Pakistanê ragihand ku wan êrîş kirine.

Li pêşiya nexweşxaneya li gundê Kotlan Saidan ê herêma Dera Îsmaîl Xan a Pakistanê jinekî êrîşeke xwekujî kir. Di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Rayedarên polîsan diyar kirin, ku êrîşkara 28 salî bi peyatî hatiye cihê bûyerê û bombeyên li xwe pêça bû teqandiye. Hate ragihandin ku di encama êrîşê de 2 jê polîs 6 kes mirine û 13 kes jî birîndar bûne.

Berdevkê Pakistan Tahreek -e Talîban Mûhammed Khûrasanî daxuyaniyek da û diyar kir ku wan êrîş kirine.