Li Pakîstanê 14 kes hatin kuştin

Li Pakîstan Belûcîstanê 14 kes kes bi çekê li wan hate reşandin û kuştin.

Li eyaleta Belûcîstanê ya Pakîstanê kesen çekdar 14 kesên ku ji otobosê daxistin, kuştin.

Wezîrê Karê Navxwe yê Belûcîstanê Heyder Elî diyar kir, êrîşkaran unîformayên koma milîsan a bi navê ''Yekîneyên Eniyê'' li xwe kiribûne.

Elî got, ''4  otobosên ku ji ser rêya Makranê ji Qereçiyê diçûne Ormarê hatin sekinandin û 14 rêwî hatin kuştin.''

DAÎŞ JÎ ÇALAK E

Serokwezîr Îmran Xan êrîş şermezar kir.

Heftiya bihurî li paytexta Belûcîstanê Quettayê di êrîşeke xwkuj de 20 kes hatibûn kuştin.

Tê zanîn DAÎŞ jî li Belûcîstanê çalak e.