Li Pakistanê 10 sal ceza li serokwezîrê berê hate birîn

Li Pakistanê ji ber nelirêtiyê 10 sal cezayê girtîgehê li serokwezîrê berê Navaz Şerîf hate birîn.

Dozger û parêzerên Şerîf ragihandin ku dadgeha têkoşînê ya li dijî nelirêtiyê 10 sal cezayê girtîgehê daye serokwezîrê berê.

Navaş Şerîf tevlî rûniştina dozê nebû û cezayê pereyan jî lê hate birîn. Şerîf ji ber avahiyeke ku li Londrayê kirîbû dihate darizandin.

Dozger Serdar Mûzaffer Abbas got avahiya mijara gotinê ya Şerîf jî biryara destdanîna li ser hatiye girtin.

Serokwezîrê berê Şerîf di rewşa heyî de li Londonê li gel hevjîna xwe ya nexweşiya penceşêrê ye dimîne.

Dadgeha Bilind a Pakistanê piştî ku karê nelirêtî derket holê di Tîrmeha 2017’an de dawî li serokwezîrtiya dema sêyemîn a Şerîf anîbû.

Dadgeha Pakistanê tevlîbûna Şerîf a ji bo rêveberiya partiya xwe PLM-N û tevlîbûna ji bo hilbijartinan heta hetayê qedexekir. Partiya Şerîf di rewşa heyî de ji aliyê birayê wî Şahbaz Şerîf ve tê birêvebirin. Ev partî wê beşdarî hilbijartinên 25’ê Tîrmehê bibe û weke partiya bingehîn tê dîtin.