Li Nîkaragûayê çalakiyên li dijî desthilatdariyê

Li Nîkaragûayê, di xwepêşandanên li dijî desthilatdariya Danîel Ortega de şer derket.

Şer êvara Duşemê li nêzî Zanîngeha Polîteknîk a li paytext Managûayê rû da. Ev zanîngeh weke yek ji kelehên tevgera xwendekaran tê dîtin.

Bi sedan xwendekarên ji zanîngehên din jî tevlî çalakiya li dijî hikumetê bûn. Roja Yekşemê jî li Masaya ya li başûrê welêt çalakiya protestoyî hatibû kirin û herî kêm 4 kes birîndar bûbûn.

Li gorî Navenda Mafên Mirovana Nîkaragûayê (Cenidh) di xwepêşandanên dijî desthilatdariya Ortega de di nava sê hefteyan de 47 kes mirin, zêdeyî 400 kes jî birîndar bûn.

Xwepêşandanên protestoyî 18'ê Nîsanê bi nerazîbûna xwendkaran a li reforma teqawîtiyê dest pê kir. Piştre pêl bi pêl belav bû û veguherî çalakiyên protestoyî yên girseyî. Beşek ji civakê destnîşan dike ku Ortega desthilatdarî 'desteser' kiriye û şert û mercên giran ên jiyanê protesto dikin. Ortega ku berê gerîla bû, piştî ku ji sala 1979'an heta 1990'î welat bi rê ve dibir, sala 2007'an ji nû ve bû desthilatdar.