Li Nîjeryayê komkujî: Herî kêm 70 kes hatin kuştin

Li Nîjeryayê, komên çekdar avêtin ser gelek gundan û herî kêm 70 kes qetil kirin.

Li eyaleta Sokoto ya li ser sînorê Nîjerê, zêdeyî sed çeteyên çekdar avêtin ser 5 gundan.

Waliyê eyaletê Amînû Tambûwal êriş piştrast kir û diyar kir ku çeteyên li herêmê avêtine ser gunda.

Hate ragihandin ku heta niha zêdeyî 70 cenaze hatine tespîtkirin û tên veşartin. Li navçeya Sabon Bîrnî ku gelek kes lê hatin kuştin û birîndar bûn, rayedarên nexweşxaneyê diyar kirin ku ew bi fikar in hejmara qurbaniyan zêde bibe.

Polîsên eyaletê têkildarî komkujiyan hîn daxuyaniyek nedane.

Serokdewlet Mûhammadû Bûharî di nava rojê de ragihand ku hem li Sokoto hem jî li eyaletên din ên welêt li dijî çeteyên çekdar wan dest bi operasyonan kirine.

Li eyaleta Sokoto ya li bakurê rojava yê Nîjeryayê tevî ku çeteyên Boko Haram û El Qaîdeyê hîn bi cih nebûne, gelek komên çete hene. Fikar tên kirin ku eger ew çeteyên cîhadîst jî li herêmê bi cih bibin wê komkujiyên mezintir bên kirin.