Li Nîjeryayê êrîşî sê gundan hate kirin: Herî kêm 37 kes mirin

Li eyaleta Sokoto ya li bakurê rojavayê Nîjeryayê bi çekan êrîşî sê gundan hate kirin û herî kêm 37 kes hatin kuştin.

Berpirsê navçeya Goronyo yê ku gund bi ser wê ye, Zakarî Şînaka ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku çete bi motorbisiklêtan hatine û êrîşî sê gundan kirine. Şînaka got ku “Çeteyan êrîşî gundan kir û agir bi gundan xistin. Ev gund 100 kîlometre dûrî paytextê ne.”

Şînaka diyar kir ku “Qetlîam du saetan domiyaye û têketina herêmê dijwar e. Li gundê Kamîtaû yê ku 23 kes lê hatin kuştin, şênîyek got ku mirovan xwestin ajalên xwe biparêzin lê çeteyan hemû kes kuştin.

Ev çete ajalên gundiyan didizin û difiroşin jî. Sala borî jî li navçeyên Rabah û Îsayê jî 43 kes hatibûn kuştin.

Di serê meha Tîrmehê de jî çeteyên ku kincên reş li xwe kiribûn bi sloganên “Allahû Ekber” bi çekên otomatîk û roketan êrîşî gundekî li Katsînayê kiribûn.