Li Nîjerya êrîşên întixarî, herî kêm 13 kes mirin

Di du êrîşên bombeyî yên li bakurê rojhilatê Nîjerayayê pêk hatin de, herî êm 13 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di du êrîşên întixarî yên li cihê sûkeke ya dikeve bakurê rojhilatê Nîjeryayê de, li gorî çavkaniyên fermî herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dane. Çavkaniyên herêmî diyarkirin ku hejmara kuştina 18 ne.

Li cihê sûka bajarê Bîû ya 185 km dikeve başurê bajarê Maîdûgûrî ya Nîjeryayê du êrîşên întixarî pêk hatin.

Berdevkê polîsê eyaleta Bornoyê Vîctor Isûkû, di saetên sibê de du jinan li cihê sûkê xwe teqandine.

Di êrîşê de 53 kes jî birîndar bûne.