Li Nîjerê di êrişê de 89 leşker hatin kuştin

Hate eşkerekirin, ku li Nîjerê di êrişa Pêncşemê de 89 leşker hatin kuştin.

Êriş Pêncşemê li dijî kampeke leşkerî ya Chînegodarê pêk hatibû ku li ser sînorê Nîjer û Malî ye. Hate eşkerekirin ku 89 leşker ji ber êrişê hatin kuştin.

 Berdevkê hikumetê Zekariya Abdurahme daxuyaniyek da û got, "Bîlançoya encama lêkolînê wiha ye: 89 leşker û 77 dijmin hatin kuştin."

Di daxuyaniya Pêncşemê de hatibû gotin ku "25 leşker û 63 terorîst hatine kuştin."

Rayedaran her wiha bi daxuyaniyekê ji bo 72 saetan şîn a neteweyî ragihandin. Ji îro û pê ve wê şîn a neteweyî bikeve meriyetê.

Êrişa Pêncşemê yek ji êrişên giran ên li Nîjerê ye.