Li NAFTA’yê muzakere xitimîn

Muzakereyên li ser peymana bazirganiyê NAFTA’yê ya di navbeyna DYA, Kanada û Meksîkayê de xitimîn, Wallsttreet Journol îdîa kir ku muzakere hatine birîn.

Li gorî nûçeya di rojnameyê de li gel daxuyaniyên erênî yên du welatan jî muzakereyên Peymana Bazirganiya Serbesta Amerîkaya Bakur (NAFTA) hatin birîn. Di nûçeyê de tê gotin mûzakere bêyî ku ti encamek jê derkeve hatine birîn û heftiya pêş muzakere wê dîsa dest pê bikin.

Di nûçeyeke New York Tîmes de jî hate gotin li ser rêgezên li ser hilberandina şîr, fîlm, pirtûk û hin berhemên medyayê muzakere xitimî ne.

Serokê DYA’yê Donald Trûmp jî got Kanada bi bazirganiya bi welatê wî re gelek kar dike. Trûmp ji bo vê sedemê jî got divê muzakereyên lihevirinê yên xitimî werin nûkirin.

Sermuzakerevanê DYA’yê Robert Lîghthîzer Çarşemê daxuyaniyek dabû û gotibû ew hêvî dikin ku di nav 3 mehan de peyman bi encam bibe.

BI ÎDÎAYA KU BI ZIRARA DYA’YÊ YE TÊ NÛKIRIN

Trûmp ji ber ku gotibû NAFTA  ne bi berjewendiya DYA’yê ye xwestibû ku dîsa mûzakere were kirin.

Di peymana NAFTA’yê ya di navbeyna 3 welatan de bazirganiya DYA’yê yabi Kanada û Meksîkayê re 3 caran li xwe zêde kiribû û bûbû 1,3 trîlyon dolarî. Lê Trûmp kêmbûna bazirganiya derve ya DYA’yê ya bi van welatan re kiribû hincet û gotibû ev peyman ne di berjewendiya DYA’yê de ye.

DYA bi encama muzakereyên ku bi mehan dom kirî Duşemê bi Meksîkayê re li hev kiribû. Trûmp ji bo ku NAFTA bi temamî were nûjenkirin, bi Kanadayê re jî, ‘bi berjewendiya DYA’yê divê şertên nû werin danîn.