Li Myanmarê hezaz: 17 kes mirin

Di encama hezazê ya li bakurê Myanmarê de herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hezaz li nêzî qada madena kevirê Yeşim pêk hat. Rayedaran diyar kirin ku li cihê ku xak lê hatî komkirin hezaz çêbûye û li binê erdê de jî karê kulandinê dihata kirin.

Memûrê bajarokê Hpakant yê eyaleta Kachîn Nîlar Mynît ku ji AFP’ê re axivî wiha got; “Me 17 cenaze dît û 9 kesên ku dijîn me şand nexweşxaneyê. Li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didome.”

Li vê herêmê qezayên wiha bê navber çêdibin. Bi hezaran karkerên hejar ên Myanmarê ji bo karkirina li madena yeşîm diçin bakurê welat. Li herêmê xebateke şopandinê ya şirketên mezin nîne û ji xebatên wiha re çav tê girtin.

KEVIRÊ YEŞIM

Myanmar ji Kevirê Yeşim yê ku di binê erdê de tê derxistin qezencek mezin bidest dixe. Li gorî rapora rêxsitina civaka sivîl ya Global Wîtness ku di sala 2015’an de weşandî, di sala 2014’an de di bazara global de bi nirxê 27. 5 mîlyar euro kevirê yeşim hatiye firotin. Ev jî dide diyar kirin ku ji hejmara fermî ya hatî diyar kirin 10 ji sedî zêdetir qezenc bidest xistine. Li gorî hejmarên fermî ku ji aliyê Çînê ve hatî eşkere kirin, Myanmarê tenê di sala 2014’an de bi nirxê 12 mîlyar dolar kevirê yeşim şandiye Çînê.