Li Mogadîşûyê teqîn: 6 kes mirin
Li paytexta Mogadîşû ya Somaliyê ji ber êrîşeke xwekujî 6 kes mirin. Endamên Şebabê êrîş li xwe girtin.
Li paytexta Mogadîşû ya Somaliyê ji ber êrîşeke xwekujî 6 kes mirin. Endamên Şebabê êrîş li xwe girtin.
Li paytexta Mogadîşû ya Somaliyê endamên Şebabê êrîşeke bi wesayîta bombebarkirî pêk anîn û di êrîşê de 6 kes mirin.
Polîsê li bajar ji AFP’ê re axivî û wiha got; “Teqînek mezin çêbû. Li gorî agahiyên destpêkê teqîn bi wesayîteke bombebarkirî pêk hat.”
Li gorî agahiyan wesayîta bombebarkirî bi ser benda polîsan ve hatiye şandin û piştre hatiye teqandin.
Hate diyar kirin ku tîmên tenduristiyê cenazeyê 6 kesan girtine û li aliyê din 16 kes jî birîndar bûn.