Li Misrê wesayita zirxî bû hedefa êrişa bombeyî

Li herêma Sîna ya Bakur a Misrê li dijî wesayiteke zirxî êrişeke bombeyî hate kirin. Tê gotin ku ji ber êrişê çend leşker mirine û birîndar bûne.

Berdevkê artêşa Misrê Tamer El Rifaî ragihand, li bajarê Bîr El Abdê li dijî wesayiteke zirxî êrişa bombeyî hatiye kirin.

Li gorî rayedaran 10 leşker mirine yan jî birîndar bûne. Heta niha kesî berpirsyariya êrişê negirtiye ser milê xwe.

Di navbera hêzên ewlekariyê yên Misrê û komên çekdar de bi salan e li herêma Sîna ya Bakur şer diqewime.

Bi taybetî sala 2013'an piştî ku ji Birayên Misilman Mûhammed Mûrsî ji desthilatdariyê hate xistin, şer giran bû.

Artêşa Misrê di Sibata 2018'an de li herêma navborî û çola rojava dest bi operasyoneke berfireh kiribû. Ji hingî ve li gorî daneyên fermî 845 'cîhadîst' û nêzî 60 leşker mirin. Lê belê ev bîlanço ji aliyê çavkaniyên serbixwe ve nehatiye piştrastkirin. Qedexe ye ku rojnamevan bikevin herêmê.