Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Li Misrê di şer de herî kêm 6 leşker mirin

Li Misrê, di dema operasyona yekîneyên artêşaê ya dijî Îslamiyên radîkal de teqînekê rû da. Herî kêm 6 leşker mirin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê berdevkiya artêşê ve hate dayin, teqîn li wîlayeta Sîna Bakur di dema operasyona dijî çeteyan de pêk hatiye. Hat ragihandin ku di bûyerê de efserek jî di nav de 5 leşker mirine. Nehat eşkerekirin bê bûyer kengî qewimiye.

Tê zanîn, li Sîna Bakur gelek komên Îslamî yên radîkal bi taybetî jî komên ser bi DAÎŞ'ê dixebitin. Sala 2013'an piştî ku Serokkomarê ji Birayên Misilman Mûhammed Mûrsî bi darbeyê ji desthilatdariyê hate xistin, li Çola Sînayê êrîşên çekdarî zêde bûn. Di şer de heta niha bi sedan leşker û polîs mirine.

Li Sîna Bakur, dawiya meha Mijdarê bi dehan çeteyan êrîş birin ser mizgefteke Sûfî. Di vê êrîşê de zêdeyî 300 kes miribûn.