Li Misirê li dijî DAÎŞ’ê operasyon: 36 kes mirin

Artêşa Misirê diyar kir ku di operasyonan de yên li navenda Giravoka Sînayê û li bakurê wê 36 endamên DAÎŞ’ê hatine kuştin.

Hêzên artêşa Misirê di 9’ê Çileyê de bi navê ‘Sîna 2018’ operasyoneke mezin dan destpêkirin. Operasyon bêtir li giravokê didome, ya ku endamên DAÎŞ’ê lê hene.

Berdevkê hêzên çekdar Tamer El Refayî got ku, “Di şerekî de 30 kesên radîkal hatine bêbandorkirin. Refayî got ku, “Hucreyeke xeternak a terorîstan jî hatiye bêbandorkirin û di vê operasyonê de 6 endamên DAÎŞ’ê hatine kuştin.

Li gorî daneyên fermî ji destpêka operasyona ‘Sîna 2018’ê ve heta niha herî kêm 100 çete û herî kêm 16 leşker jî mirine.

Berdevkê artêşê Rafayî diyar kir ku di pênc rojên dawîn de 345 kes û bi giştî 2 hezar kes hatine destgîrkirin. Artêşa Misirê diyar kir ku bi dehan depoyên çekan û stargeh jî hatine îmhakirin.

Li gorî hêzên ewlekariyê yên Misirê, çeteyên DAÎŞ’ê piştî têkçûna li Iraq û Sûriyeyê, dixwazin li Sînayê bi cih bibin. Serokkomarê Misirê Abdul Fettah El Sîsî ferman dabû Artêş û Wezareta Karê Hundir ku bila di nava 3 mehan de aramiyê bînin giravokê.

Ev ferman piştî qetlîama çeteyên DAÎŞ’ê ya li bakurê Sînayê hatibû dayîn. Di vê qetlîamê de DAÎŞ’ê êrîşî camiyekê kiribû û bi êrîşan de herî kêm 300 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.