Li Misirê êrîşa çekdarî: 8 polîs mirin
Li herêma Sînaya Bakur a Misirê êrîşî bendeke kontrolê hate kirin. Di êrîşê de 8 polîs mirin.
Li herêma Sînaya Bakur a Misirê êrîşî bendeke kontrolê hate kirin. Di êrîşê de 8 polîs mirin.
Wezareta Karê Navxweyî got ku “Terorîstan êrîşî benda kontrolê ya li rojavayê bajarê El Arîşê (Bajarê navendî yê Sînaya Bakur) kirine.”
Wezaretê diyar kir ku di şer de 5 ‘terorîst’ hatine kuştin û 6 polîs mirine.
Hê kesî ev çalakî li xwe negirtiye. Li Sînaya Bakur a ku li ser sînorê Xeta Xazeyê ye,di navbera gel û rêveberiya navendî de her dem alozî heye.
Şaxekî çeteyên DAÎŞ’ê li herêmê çalak in. Artêşa Misirê diyar dike ku gelek çete tên kuştin lê agahiyên dîtir nade. Li gorî daneyên fermî ji Sibata 2018’an û heta niha 650 ‘terorîst’ û 50 leşkerên ji Misirê mirine. Sînaya Bakur ji aliyê artêşê ve dora wê hatiye girtin û destûr nayê dayîn ku rojnamegerên serbixwe têkevin qadê.