Li Meksîkayê ji goreke komî herî kêm 166 cesed hatin derxistin

Li Meksîkayê ku her sal bi hezaran kes ji ber çeteyan tên kuştin, goreke din a komî hate dîtin ku cesedên bi sedan kesî lê hatine veşartin.

Li gorî lêgerîna li eyaleta Veracrûz a li rojhilatê Meksîkayê hate kirin, goreke komî ya ku 166 cesed tê de bûn hate dîtin.

Dozgerê eyaletê Jorge Wînckler da xuyakirin ku ew hewl didin tespît bikin bê cesedên li gora komî yên kê ne.

Di daxuyaniyê de ji ber sedemên ewlekariyê cihê gora komî nehate eşkerekirin.

Li Meksîkayê ku nifûsa xwe 125 milyon e, çeteyên ku siyasetmedar û hêzên ewlekariyê hevkariyê bi wan re dike, serdest in. Par li gelemperiya Meksîkayê zêdeyî 25 hezar kes hatin kuştin.