Li Meksîkayê goreke din a komî hate dîtin

Li Meksîkayê goreke din a komî hate dîtin ku cesedê gelek kesan lê veşartîne.

Gora komî li eyaleta Jalîsco ya li rojavayê Meksîkayê hate dîtin û tê gotin ku 19 cesed lê veşartîne. Li gorî daxuyaniya rayedarên edlî yên herêmê, cesedên 16 mêr û 3 jinan li gora komî hatine dîtin.

Hate ragihandin, gora komî li herêma bi navê Lagos de Moreno hatiye dîtin ku ev der li nava eyaleta Gûanajûato ye û rêxistinên sûc li vir bi bandor in.

Meksîka piştî Brezîlyayê duyemîn mezintirîn welatê Latîn Amerîkayê ye. Meksîka dike nake nikare bi rêxistinên sûc. Li gelek herêman polîs û rêveberên îdarî bi rêxistinên sûc re hevkariyê dikin. Her sal bi hezaran kes ji aliyê rêxistinên sûc ve tên kuştin.

Sala 2014'an, bi dehan xwendekarên tevlî xwepêşandaneke protestoyî bûn, piştî ku ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin ji aliyê çeteyan ve hatin şewitandin û kuştin.

Hema bêjin her meh li Meksîkayê gorên komî tê dîtin. Meha Îlonê 32 gorên komî hatin dîtin ku 166 cesed tê de bûn.