Li Marsê bager rabû, pêwendiya bi robotê NASA’yê re qut bû

Li gerstêrka Marsê bagereke mezin a tozê rabû. Ev bager, wê hemû gerstêrkê dorpêç bike. Ji ber vê bagerê pêwendiya bi robotê Cûrîosîty qut bû.

Hate ragihandin ku ji ber bagera li Marsê, pêwendiya  bi  robotên NASA’yê Cûrîosîty re qut bû, ku ev robotê li gerstêrkê keşfê dike. Teknîsyenên NASA’yê niha lê dikolin bê ka wê dîsa bikaribin robotê bixin tevgerê yan na.

Ji çaran yekê gerstêrkê niha di bin tozê de maye. Li gorî Ajansa Fezayê ya Amerîkayê NASA’yê, deverên ku bagerê  lê rabûye bi giştî tarî bûne û ev bager wê di nava du-sê rojan de tevahiya gerstêrkê vegire û dibe ku  çend hefteyan jî bidome. 

Niha di rêgeha Marsê de sê peykên NASA’yê hene. Li bejahiya wê jî du robot keşfan dikin. Robota herî kevin Opportûnîty ji sala 2004’an vir ve zêdetirî 45 km geriyaye. Robota Opportûnîty, bi panoyên rojê dixebite. Lê Cûrîosîty roboteke nukleerî ye û ji sala 2012’an vir ve keşfan dike. 

Dema tava rojê nîn be Opportûnîty dikeve xewê. Lewre hefteyek e ku ji vê robota ku bi enerjiya rojê dixebite agahî nayê girtin. Şefê projeya opportûnîty John Callas ê NASA’yê got; “her roj ji bo ku em jê sinyalekî bigirin, guhdar dikin.”