Li Manchesterê êrîş: 3 kes birîndar bû

Polîsî Îngilîz ragihand ku li gara Vîctorîa ya Manchesterê di encama êrîşa bi kêr de 3 kes birîndar bûne.

 Polîsê Îngilîz ragihand ku piştî êrîşê gara trenê hatiye girtin û kesek hatiye destgîr kirin. Di êrîşê de zilam, jin û polîsek birîndar bû.

Polîsan nasnameya kesê hatî destgîrkirin eşkere nekir. Kesê ku hatibû birîndar kirin got êrîşkar bi gotina ‘Xwedê’ qîr kiriye. Şahid Sam Clack ê 38 salî ku li BBC praduktore wiha got; “Peyv, peyv wiha got. Heta ku hun bombeyan li welatên din bibarînin, hûnê bûyerên wiha bijîn.”

Li Manchesterê roja 22’ê Adara 2017’an ji aliyê Salman Abedî yê 22 salî ve êrîşeke xwekujî hatibû kirin. Di êrîşa li dijî konsera hunermendî Emerîkî de 22 kes hatibûn kuştin û 139 kes jî birîndar bûbûn.