Li Maliyê komkujî: 134 sivîl hatin kuştin

Hate ragihandin ku li navenda Maliyê 23’ê Adarê herî kêm 134 sivîl hatine qetilkirin.

Li gundê Ogossagou Peulh ê girêdayî navendê li dijî gelê Poller komkujî pêk hat. Di êrîşa ku roja 23’ê Adarê pêk hatî de herî kêm 134 kes bi hovane hatine qetilkirin. Piştî komkujiyê cenazeyên ku serê wan hatî jêkirin, avêtî binê bîrê, yan jî hatî şewitandin hatin dîtin.

Şahidên bûyerê gotin mîna kuk ti kes sax nemîne, her tişt dihat şewitandin û kuştin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî ligel kesên hatî kuştin nêzî 50 kesan jî birîndar in. Li gundê navborî gelê ji qewmê Poller dijiya. Li gorî komalaya Tatibal Pulaaku ya mafê gelê Poller diparêze piraniya kesên hatî qetilkirin jin û zarok in.

Di vî şerê ku ji du salan zêdetir e didome de komên ji gelên Poller û Dogan şer dikin. Hate ragihandin ku sedema sereke ya lihevnekirinê, parvenekirina erdê ye. Lê belê êrîş û dij êrîşên pêk hatî lihevnekirina di navbera her du gelan de veguheriye şer. Tê gotin ku li herêmê komên çekdar jî hene.

Li hemberî vê krîzê dewlet ji ber derengmayîn û mudaxalenekirinê tê rexnekirin. Hate ragihandin ligel ku atêş 13 km nêzî gund e û ji rewşê agahdar e jî, gelek dereng hatiye cihê bûyerê.

Piştî êrîşê 24 saetan şûnde serokkomar Îbrahim Bubakar Keyta, 8 rayedarên leşkerî ji peywirê girtin. Di nav van de şefê hêzên Bejajî û Hewayiyê jî hene.

Nêçîrvanên Dogonî ji komkujiyê berpirsyar tên girtin.