Li Lubnanê wezîrek bû hedefa êrîşê: Du kes mirin

Li rojhilatê paytexta Lubnan Beyrûdê, konvoya wezîrekî bû hedefa êrîşeke çekdarî. Ji ber êrîşê du şêwirmendên Wezîrê Durzî Salih El Garîb mirin.

Êrîş li dijî konvoya Wezîrê Durzî Salîh Garîb ê ji karên penaberan berpirsyar e hate kirin. Garîb yekî nêzî rêveberê Durzî Talal Arslan tê naskirin ku Arslan alîgirê Sûriyeyê ye.

Êrîş li devereke nêzî bajarokê Aleyê yê li wîlayeta Çiyayê Lubnanê pêk hat û du şêwirmendên wezîr mirin. Herêm weke keleha lîderê Durzî Velîd Cumblat tê naskirin ku li dijî hikumeta Sûriyeyê mûxalefetê dike.

Garîb ji qenala televîzyonê ya El Cedîd re axivî û der barê êrîşê got, "kemîna bi çekdarî û hewldana ji bo kuştinê."