Li Lubnanê hêrsa gel zêde dibe

Li Lubnanê beriya nîqaşên li parlamentê yên ji bo destnîşankirina serokwezîrê nû, xwepêşandanên şermezarkirinê yên li dijî desthilatdariyê dawiya hefteyê zêde bûn. Tundiya polîsan jî zêde bû.

Çalakger ji 17'ê Cotmehê ve li dijî nelirêtiya çîna siyasî bi daxwaza guhertina sîstemê çalakiyan dikin.

Yekşemê bi hezaran Lubnanî li paytext Beyrûdê daketin qadan. Di çalakiyan de li dijî Serokwezîrê ku îstifa kiriye Saad Harîrî dirûşm hatin qîrîn.

Harîrî li pêşberî tevgera gel di 29'ê Cotmehê de neçar mabû ku îstifa bike. Tê payin ku di destpêka hefteyê de li parlamentê ji bo diyarkirina serokwezîrê nû nîqaş dest pê bikin. Çalakger red dikin ku Harîrî ji nû ve wezîfeya xwe dewam bike û dixwazin hikumetek ji teknokrat û serbixweyan bê avakirin.

Çalakger 60 roj in li dijî bêdengiya çîna siyasî ya li pêşberî daxwazên wan li qadan nerazîbûna xwe nîşan didin.

Ji ber destwerdana hêzên polîsan a dawiya hefteyê li çalakiyan şer qewimî. Şemiyê li Beyrûdê herî kêm 90 çalakger ji ber bombeyên gazê û fîşekên plastîk birîndar bûn.

Piştî rojekê çalakger ji nû ve daketin qadan û polîsan bi tundî dest li wan werdan. Li dijî fîşekên plastîk ên polîsan çalakgeran bi keviran bersiv dan destwerdanê.

Bûyer û şer êvarê mezintir bûn. Çalakgeran avahiyeke partiya Harîrî dan ber agir. Êrişa duyemîn jî buroya têkiliyê ya Tevgera Welatparêzên Azad a Xiristiyan a li bajarê Akkarê hate şewitandin. Li gorî Parastina Sivîl a Lubnanê û Xaça Sor zêdeyî 130 çalakger birîndar bûn.

Wezîrê Karên Hundir Raya El Hasan Yekşemê bi daxuyaniyekê bang li hêzên ewlekariya hundirîn kir ku ji bo diyarikrina berpirsyarên tundiyê lêpirsîneke "bi lez û eşkere" bidin destpêkirin.

Ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Dîala Haydar ku li ser Lubnanê dixebite daxuyaniyek weşand û ragihand ku hêzên ewlekariyê bi rengekî tund dest li çalakgeran werdidin û hin kesên bi maske êrişî çalakgeran kirin.