Li Lîbyayê yekîneyên Haftar nêzî Trablûsê bûn

General Haftar ku li rojhilatê Lîbyayê serdest e, berê xwe da Trablûsê ku ji aliyê civaka navneteweyî ve tê naskirin. Lewma tirs û fikar zêde bûn ku careke din şerê navxweyî rû bide.

General Halîfa Haftar li ser medya civakî daxuyaniyek da û diyar kir, "êdî dem hatiye" û starta operasyona leşkerî da. Artêşa general Haftar bi hinceta "Tinekirina terorîstan û leşkerên bi berdêla pereyan şer dikin" berê xwe da Trablûsê.

Yekîneyên Haftar bajarê Geryanê ku bi 100 kîlometreyî dûrî paytext Trablûsê ye, kontrol kirin.

Hikumeta navendî ya Trablûsê ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê naskirin, ferman da milîsan ku li dijî hemû gefan bisekinin.

Ji ber vê yekê tirs û fikar zêde bûn ku Lîbya careke din bikeve nava şerê navxweyî.

Konferansa Navneteweyî ya ku aliyên li Lîbyayê wê li hev bicivîne piştî deh rojên din e. Tê gotin, armanca konferansê ew e ku hilbijartin bên lidarxistin û aramî li Lîbyayê bê bicihkirin.

Piştî ku rejîma Mûammed Kaddafî bi destwerdaneke giran a bi piştgiriya Rojava hate têkbirin, Lîbya di nava kaosê de ye.

Li gorî senaryoyeke xweşbîn, general Haftar ji bo hêza xwe beriya konferansê nîşan bide dest bi operasyona leşkerî kir.

Li gorî senaryoyeke din jî Haftar beriya konferansê dixwaze kontrola tevahiya welêt bi dest bixe û konferansê têk bibe.