Li Lîbyayê agirbesta li ser 'petrolê': Ne bi dilê kesî ye

Agirbesta DYE'yê ya li Lîbyayê diheje, ku li ser 'herikîna petrolê' hatiye ragihandin. Aliyên şer 'xalên agirbestê li gorî xwe şîrove dikin'.

Li Lîbyayê, Hikumeta Mutabaqata Neteweyî (HMN) û Meclîsa Nûneran a nêzî Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê (ANL) agirbest ragihandin. Lê belê gelek fikarên bi gotina 'lê belê' dest pê dikin hene. Ji her du aliyan jî dengê nerazî bilind dibe.

Daxuyaniyên li ser agirbestê ji aliyê Serokwezîrê HMN'ê Fayîz es-Serrac ê ku dewleta Tirk li pişt e û Serokê Meclîsa Nûneran Akîle Salih ve di 21'ê Tebaxê de bi rengekî hevdem li deverên cuda hatin dayin.

NY, DYE Û YE'YÊ PIŞTGIRÎ DAN, DEWLETA TIRK BÊDENG MA

Neteweyên Yekbûyî (NY), Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE), Yekîtiya Efrîka, di serî de Misir welatên Ereb, bi kêfxweşî agirbest pêşwazî kirin. Tirkiyeyê jî bi nedayina daxuyaniyekê nîşan da ku ji agirbestê nerazî ye.

Di nava daxwazên agirbestê de ev xal jî hene: "Herêmên petrolê Sîrte û Cûfra bêçek bên hiştin", "Hilberîna petrolê ji nû ve dest pê bike", "Hêzên biyanî û leşkerên bi berdêla pereyan şer dikin ji Lîbyayê derkevin" û "Di sala 2021'ê de hilbijartin bê kirin".

XETA SOR A HER KESÎ: SÎRTE

Xaleke din a ku balê dikişîne û bi rengê cuda tê şîrovekirin wiha ye: "Divê Sîrte ji çekan bê xalîkirin û bibe navenda hikumeteke demkî ya her du aliyan."

Di daxuyaniyên agirbestê yên Fayyîz es-Serrac û Akîle Salih de bi gotinên cuda jî be ev xal hene. Lê belê her du alî 'xalên agirbestê li gorî xwe şîrove dikin' ku li gorî pisporan, ev yek nîşan dide ku temenê agirbestê wê ne dirêj be.

HMN HEFTER QEBÛL NAKE

Ji xwe HMN û ANL'ê reaksiyona destpêkê têkildarî agirbestê nîşan dan. Her du alî hevdu sûcdar dikin ku li Sîrte û Cûfrayê 'leşkeran dicivînin'.

Meclîsa Şêwirmendiya Dewletê ya bi serokatiya Xalid El Meşrî ya nêzî HMN dibêje, ew ti peymana bi Hefter re qebûl nakin û divê Hefter bê darizandin.

ANL JÎ AGIRBESTÊ WEKE 'XAPANDINÊ' DINIRXÎNE

Wezîrê Karên Derve yê hikumeta Tobrûkê Abdulhadî El Hewîc jî dibêje, "Agirbest ti carî nayê wê wateyê ku HMNli tevahiya welêt serwer be."

Berdevkê ANL Ahmed El Mismarî jî agirbest weke 'xapandinê' pênase kir û got, "Keştiyên şer ên Tirk ber bi Sîrteyê ve diçin." HMN'î jî îdîa dike ku ANL "Hemû tevnên ragihandinê yên li Sîrteyê biriye û hêza xwe li bajêr civandiye."

Serokê Forûma Kurd-Elman Yûnis Behram rewşa dawî ya li Lîbyayê ji ANF'ê re nirxand û agirbest weke "jidayikbûna mirî" pênase kir. Rojnamevan-siyasetmedar ê li Misrê Ehmed Şêxo jî diyar kir ku alî bi rêya agirbestê dixwazin demekê bi dest bixin.

LIHEVKIRINA LI SER KAXIZÊ

Yûnis Behram anî ziman ku her du alî xalên agirbestê li gorî xwe şîrove dikin û got, "Agirbesta ku tê gotin li ser li hev kirine, pratîk li aliyekî li ser kaxizê jî nediyar e."

Rojnamevan Ehmed Şêxo jî got, "Ya heyî, ji lihevkirina agirbestê wêdetir, metneke pêşnûmeyê heye. Lê metnekî welê ye ku aliyên xwe yên xumamî ji aliyên xwe yên zelal zêdetir e."

MESELEYA 'HÊZÊN BIYANÎ Û LEŞKERÊN BI BERDÊLA PEREYAN ŞER DIKIN'

Yek ji xalên herî krîtîk ên pêşnûmeya lihevkirinê "Derketina ji Lîbyayê ya hêzên biyanî û leşkerên ji bo pereyan şer dikin." Ji ber ku li aliyê herdu aliyan jî milîsên biyanî û welatên ku li pişta wan e hene.

Yûnis Behram detsnîşan dike ku xala bingehîn a metna agirbestê "Derketina ji Lîbyayê ya hêzên biyanî û leşkerên ji bo pereyan şer dikin" û diyar kir ku sedema bêdengiya Tirkiyeyê ya li ser agirbestê ev xal e.

Yûnis Behram dibêje, "Eger agirbest bê îmzekirin ev yek tê wateya vekişîna Tirkiyeyê. Di heman demê de divê çeteyên xwe yên şandiye Lîbyayê vekişîne. Ev yek tê wê wateyê ku Tirkiye wê bersivê ji razemeniyên xwe yên li Lîbyayê wernegire."

Ehmed Şêxo jî diyar dike ku gelek xalên peymanê xumamî hatine hiştin û dibêje, "Meseleya vekişîna hêzên biyanî heye. Wê kî vekişe? Navên wan çima eşkere nakin? Ev hemû xumamî tên hiştin."

PÊŞNÛMEYA AGIRBESTÊ YA DYE'YÊ

Ehmed Şêxo destnîşan dike ku pêşnûmeya agirbestê bi esasî plana DYE'yê ye û dibêje, "Ji ber agirbest ji aliyê DYE'yê ve hatiye ferzkirin, kes nabêje ku ew jê nerazî ye, lê belê xalên wê li gorî xwe şîrove dikin û kes naxwaze bibe ew alî yê ji dora maseyê rabûye."

Yûnis Behram diyar dike ku bêçekkirina Sîrteyê xala li dijî Tirkiye û Rûsyayê ye û radigihîne, "Eger çete û dewleta Tirk nebin, Serrac nikare tiştekî bike. Li aliyê din jî hêzên Wagner ên Rûsyayê hene. Rûs ev demeke li şûna Hefter piştgiriyê didin Akîle Salih. Li Sîrte û Cûfrayê hêzên xwe hene."

MESELEYA PETROLÊ

Xaleke din a peymanê jî jinûve herikîna petrolê ber bi bazara navneteweyî ye ku 7 meh in hatiye rawestandin. Qada petrolê di destê ANL'ê de ye, lê belê qada ku pereyê wê diherikê jî di destê HMN de ye.

Rojnamevan Ehmed Şêxo li ser vê mijarê jî wiha dibêje, "Mîmarê pêşnûmeya agirbestê, DYE ye. ANL'ê herikîna petrolê rawestandibû. Ji ber ku pereyê petrolê dihat Bankaya Navendî ya li Trablûsê. Yanî pere ji HMN'ê re diçû. Piştî ku ANL'ê herikîna petrolê rawestand, ji vê yekê ne tenê HMN'ê zerar dît, her wiha gelek şîrketên Ewropayê û DYE'yê jî zerar dîtin. Ji ber vê yekê DYE'yê ji bo petrolê ji nû ve bide herikandin planeke wiha danî holê."

Yûnis Behram destnîşan dike ku di meseleya petrolê de wê alî li hev nekin, Hefter wê nehêle ku hatineya petrolê ji Serrac re biçe û got, "Serokê Meclîsa Nûneran Akîle Salih jî wê nikaribe vê bi Hefter bide qebûlkirin. Ji ber li qadê hêza xwe ya ku vê bide kirin nîne."

SÎRTE: 'NAVENDA DEMKÎ'

Xaleke din a pêşnûmeya lihevkirinê jî ew e ku ji bo welatê bi Tabrûk û Trablûsê bûye du parçe navendeke nû bê peydakirin. Ji bo vê jî navê Sîrteyê tê bilêvkirin ku 'xeta sor' a her kesî ye û di heman demê de qadeke petrolê ye.

Ehmed Şêxo dibêje, "Sîrte weke paytexta demkî tê dîtin. Lê belê ANL destnîşan dike ku wê ji Sîrteyê venekişe. HMN jî ferz dike ku Sîrte di bin kontrola wan de be. Dema ku mirov bala xwe didin ser her du aliyan, tê dîtin ku her du alî agirbestê ji hev cuda şîrove dikin."

Yûis Behram jî dibêje, "Eger Sîrte wê bibe navenda hikumeta nû, ev yek tê wê wateyê ku ev hikumet wê li herêma di bin kontrola Hefter de be. Serrac jî wê vê qebûl neke. Lewma wê Tirk qebûl nekin."

'HER DU ALÎ AGIRBESTÊ WEKE FIRSENDÊ DIBÎNIN'

Li ser aqûbeta pêşnûmeya lihevkirinê Ehmed Şêxo dibêje, "Bi dîtina min ev lihevkirin pêk nayê. Her du alî ji bo xwe ji nû ve xurt bikin, agirbestê weke firsendekê dibînin."

HMN LIHEVKIRINÊ WEKE 'LIHEVKIRINA QEDANDINA HEFTER' DIBÎNE

Rojnamevan Ehmed Şêxo dibêje, "HMN vê lihevkiirnê weke lihevkirina Hefter ji aliyê siyasî û leşkerî ve dinirxîne. Yanî li şûna şerê bi tank, top û çekê, şerekî siyasî û dîplomatîk niha tê meşandin. Li qadê liv û tevgera her du aliyan dewam dike."

ÇI BERSIV DAN AGIRBESTÊ?

Serokê Forûma Kurd-Elman Yûnis Behram jî dibêje, "Rojek piştî agirbestê Tirkiyeyê dest bi veguhestina çeteyan ji Sûriyeyê ber bi Lîbyayê kir. Bersiva Tirkiyeya ya li agirbestê wiha bû" û bi vî rengî dewam dike, "Eger xalên agirbestê yên hatine eşkerkirin bi cih bên anîn û encam jê bê girtin, ev yek wê were hilweşîna xeyalên Osmaniya nû. Ev yek wê li herêmên ku dewleta Tirk dagir kiriye bandora domîno bike."