Li Libnanê serhildana ciwanan mezin dibe

Gelê Libnanê ku ji gendelî û rêveberiya neçê bêzar bûye, roja bihurî ji bo ciwanekî ku hatibû qetilkirin tevahiya şeva bihurî li ser piyan bû.

Li Libnanê xwepêşandanên ku par bi pêşengiya ciwanan dest pê kirî berdewam dikin. Ciwan ku ji bo enflasyona zêde û kêmbûna nirxê pereyê welatê protesto bikin xwe berdan kuçeyan roja bihurî kuştina ciwanekî protesto kirin.

Ciwanan li gel çalakiya li Hamrayê ya Bêrûdê li Saîdayê jî molotof avêtine nûneriya Benqeya Navendî.

Her wiha li bajarê Trîpoliyê jî gelek ciwanan şûbeya benqeyê û wesayitên leşkerî şewitandin, di navbeyna ciwanan û endamên artêşê de pevçûn derketin.

Li gorî rêxistina Xaçasor a Libnanê bi kêmanî 20 ciwan birîndar bûn, artêşê jî di daxuyaniya xwe de got bi kêmanî 40 leşker birîndar bûne.

.