Li Kongoyê ji ber şewba Ebolayê 2 hezar û 231 kes mirin

Li Komara Demokratîk a Kongoyê ji Tebaxa 2018’an ve zêdetirî 2 hezar û 200 kes ji ber vîrusa Ebolayê mirin.

Komîteya têkoşînê ya li dijî şewbê ragihand ku ji destpêka şewba Ebolyê ve bi giştî 3 hezar û 373 bûyerên şewbê tespîtkirin û ji ana 2 hezar û 231 kes mirine.

Komara Demokratîk a Kongoyê ji 1’ê Tebaxa 2018’an ango destpêka derketina şewba Ebolayê, dixwaze şewbê ji holê rabike. Herêmên herî zêde şewb lê bandor bûyîn Nord-Kîvû û Îltûrî ye.

Meqamên tendursitiyê ragihandin ku hê 341 gumanbar di qonaxa lêpirsinê de ne.

Şewba nû ya Ebolayê ku ji 1’ê Tebaxa sala borî ya li Komara Kongo ya Demokratîk destpê kir, ji sala 1976’an ve bû cara dehan a şewb belav dibe. Hate ragihandin ku şewba Ebola ya di dîrokê de ya duyemîn e. Şewba Ebola ya sala 2014’an belavî Lîbya, Gîne û Sîerra Leonê û heta gihişte Efrîqaya Rojava 11 hezar kes mirin.

Li gorî rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF), li Komara Kongo ya Demokratîk ji meha Çileyê heta Tebaxê di nava heft mehan de zêdeyî 2700 kes ji ber nexweşiya sorikê mirin.