Li Kongoyê êrîş: Rayedarê NY’yê hate kuştin

Li Kongoyê êrîşek hate kirin, rayedarên NY’yê jî di nav de 14 kes hatin kuştin.

Rayedarê paybilind ê NY’yê ku ji Reutersê re axivî, diyar kir ku di bûyerê de gelek kes hatine kuştin û gelek kes birîndar bûne.

Şefê Aştiyê yê NY’yê yê Herêmê Jean Pîerre Lacroîx li ser hesabê Twîtterê got, êrîş êvarî, li herêma Kîvu ya Bakur pêk hatiye.

Ti daxuyanî nehate dayin bê ka êrîş ji hêla kê ve hatiye kirin.

Ajansa nûçeyan Reurtersê ragihand ku di bûyerê de 14 kes mirine û 40 kes birîndar bûne.

Kongo ku xwediyê madenên binerd ê dewlemend e û şer di navbera komên çekdar de heye, malxweyitiyê li mezintirîn Mîsyona Hêza Aştiyê ya NY’yê dike.