Li Kolombiyayê erd heziya: 28 kes mirin

Li başûrê rojavayê Kolombiyayê erd heziya. Di bûyerê de 28 kes mirin.

Li gundê Rosas ê eyaleta Caûcayê erd heziya. Di rojên Yekşem û Duşemê de xebatên rizgarkirinê hate kirin. Di van xebatan de bi dehan cenaze hatin derxistin. Li herêmê baran dibare û gundî hewl didin cenazeyan ji bin axê derxînin.

Li gorî agahiyên ku rayedaran dane heta Duşemê 11 cenaze derxistine. Heta niha bi giştî 28 cenaze derxistine.

Berpirsê koma rizgarkirinê Jûan Carlos Ganan got ku “Erd dişide û nahêle ku kes karibe hilmê bistîne.”

Di vê hezazê de 8 malên li gundê Rosasê di bin axê de man.

Di navbera 1-21’ê Nîsanê de li Kolombiyayê ji ber karesaetê 27 kes di bin axê de man û ji ber birûskê mirin.