Li Kerkûkê liv û tevgera çeteyên dewleta Tirk zêde bû

Du rojin ku Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar li Iraqê ye. Bi hatina wî re çeteyên Tirkiyeyê yên li Kerkûkê ketine nav liv û tevgerên faşîstî û tetbîqatên leşkerî pêk tînin.

Doh Wezîrê Parastin ê Tirk Hûlûsî Akar û Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşê Yaşar Guler bi fermî serdana Iraqê kirin. Ev yek di demekê de ye ku biryar bû Hûlûsî Akar di 13'ê Tebaxa 2020'an de serdana Iraqê bike, lê ji ber bombebarana balafirên şerê ên Tirkiyeyê ya li ser Iraqê du efserên payebilind ên hêzên parastina sînor jiyana xwe ji dest da bûn, lewre Iraqê serdana Akar betal kir û amade nebû ku pêşwaziya wî bike.

Ya balkêş ev e ku doh û îro di dema hatina Akar a ji bo Iraqê de, çeteyên dewleta Tirk ên ku berê ji aliyê MÎT'ê ya Tirk ve hatine perwerdekirin û li Kerkûkê hatine bi cihkirin dest bi liv û tevger û tetbîqatên leşkerî kirin. Her wiha bi serkêşiya Serokê Eniya Tirkmen Erşed Salihî hêzên xwe nîşan didin û şêwazek ya tetbîqatê leşkerî pêk tînin.

Çeteyên Tirkiyeyê ku piraniya wan berê li Tirkiyeyê perwerdeya fikrî û leşkerî dîtine, niha li herêma Taze (nû) û navçeya Daqûq a li Başûrê Kerkûkê û navçeya Tilafer hatine bi cihkirin.

Li gorî wan her yek ji parêzgehên Mûsil û Kerkûk beşek ji xaka Tirkiyeyê ye û ji aliyê leşkerî ve dixebitin ku wan cihan bixin bin desthilatiya xwe.

Liv û tevgera çeteyên Tirkiyeyê yên li Kerkûkê di demekê de ye ku piştî 16'ê Cotmeha 2017'an artêşa Iraqê rê nade tu hêzekî Kurdî derbasê nav bajêr bibe. Di bin navê pêkanîna yasayê de hemû hêzên Kurdî ji wî bajarê dûr xistiye, lê çeteyên Tirkiyeyê bi awayekî serbest tetbîqatên leşkerî dikin û bi destê xwe nîşaneya faşîstane ya Tirkên netewperest çêdikin.