Li Kenyayê ji ber rabûna ava bendavê bi kêmanî 40 kes mirin

Li Kenyayê ji ber rabûna ava bendavê 20 jê zarok bi kêmanî 40 kes mirin.

Karesat li nêzî bajarê Nakûrû pêk hat a ku 150 kîlometre li bakurê Kenyayê ye. Bendava Solaî ji ber barana zêde ya roja Çarşemê, avê ji ser wê avêt.

Rayedaran diyar kirin ku 20 jê zarok, nêzî 40 kes mirine.

Rayedarekî polîsan got ku, “Ev karesateke mezin e, ji ber ku dema gelek kes di xew de bûn ev karesat pêk hatiye.”

Ji meha Adarê heta niha li gorî çavkaniyên hikumetê 170 kes mirine.

Li Kenyayê di du serdeman de zêde baran dibare, yek jê ji Cotmehê heta Mijdarê, ya din jî ji Adarê heta Hezîranê ye. Di sê serdemên dawîn de, baran hindik bariye lê gelek herêm di bin avê de man. Xaça Sor a Kenyayê beriya niha ji bo mexdûrên van karesatan 5 milyon dolar bexş xwestibû.