Li Kenyayê ji ber qezaya otobusê zêdetirî 40 kes mirin

Di qezaya otobusê ya li rojhilatê Kenyayê de herî kêm 40 kes mirin.

Berpirsê polîsan a wîlayeta gira Fîrt wiha got; “Li gorî agahiyên ber destê min di bûyerê de zêdetîrî 40 kes mirin, lê dibe ku zêdetir bin ji ber ku banê otobusê firiya.”

Polîsê Rojavayê Kerîcho ragihand ku di qezayê de 42 kes mirine. Li gorî polîsan otobus ji paytext Naîrobî ber bi Kakmegoyê ve diçû û 52 rêwî têde bûn.

Têkildarî sedemê qezayê tu agahiyên zelal bidest neketin.

Li gorî îstarîstikên  fermî li Kenyayê nêzî 3000 kes di nava salê de li ser rêyan dimirin lê li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ev hêjmar ser 12 hezarî re ye.

Meha Kanûna 2017’an jî li rojhilatê welat qemyon û otobus li hev qelibîbûn û 36 kes mirîbûn. Heman hemê li nêzî Naîrobiyê jî tankerek bi çend wesayîtan re qelibû û zêdetirî 40 kes mirîbûn.