Li Kenyayê hejmara miriyan bû 51

Li rojhilatê Kenyayê vê sibê qezaya otobusê çêbûbû û hejmara miriyan bû 51 kes.

Şefê polîsê Kenya Joseph Boînnet ku ji Capîtal FM’ê re axivî got; “Mixabin hejmara miriyan bû 51 kes.”

Li gorî polîsan otobus ji paytext Naîrobî ber bi Kakmegoyê ve diçû û 52 rêwî têde bûn.

Têkildarî sedemê qezayê tu agahiyên zelal bidest neketin.

Li gorî îstarîstikên  fermî li Kenyayê nêzî 3000 kes di nava salê de li ser rêyan dimirin lê li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ev hêjmar ser 12 hezarî re ye.

Meha Kanûna 2017’an jî li rojhilatê welat qemyon û otobus li hev qelibîbûn û 36 kes mirîbûn. Heman hemê li nêzî Naîrobiyê jî tankerek bi çend wesayîtan re qelibû û zêdetirî 40 kes mirîbûn.