Li Katalonyayê polîsan êrîşî gel kir

Li Katalonyayê dema ku gel ji bo referandûmê diçû ser sindoqan, polîsan êrîşî wan kir

Ji bo referandûma ku hikumeta navendî ew derzagonî îlan kiribû polîsan êrîşî gel kir. Polîs di saet 9’an de çûn dibistanên ku sindoq lê hene û dest danîn ser sindoqan.

Wezareta Karê Hundir ê Îspanyayê wêneyên sindoqên ku hatine desteserkirin par ve kir û got “Polîs li Katalonyayê li ser peywira xwe ne.”

Rayedarên Katalanê diyar kirin ku 337 kes ji ber êrîşan birîndar bûne.

Wezareta Karê Hundir ê Îspanyayê diyar kir ku 9 polîs 11 peywirdarên ewlekariyê birîndar bûne.

Tê ragihandin ku li herêma ku deng tê dayîn înternet hatiye qutkirin.

Parlementoya Katalanê  di Îlonê de biryar dabû ku di 1’ê Cotmehê de referandûma serxwebûnê li dar bixe lê hikumeta navendî ji vê referandûmê re got derzagonî ye.

Lê rêveberiya Katalanan ligel hemû astengkirinan di referandûmê de israr dike û pirsa “Tu dixwazî Katalonya di çarçoveya komarê de bibe dewleteke serbixwe?” ji gel dike.