Li Katalonyayê alozî didome

Yekîtiya Ewropa (YE) êrîşên Îspanyayê yên li ser referandûma Katalonyayê şermezar kir û banga diyalogê kir.

Yekîtiya Ewropa (YE)’yê îro daxuyaniyek weşand û têkildarî referandûmê bal kişand ser berjewendiya herdu aliyan.

Di daxuyaniya Komîsyona YE’yê de hat diyarkirin ku referandûm ‘kêşeya navxweyî ya Îspanyayê ye’ û xwest ji bo mafên bingehîn hurmet were nîşandan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê nûnerên Îspanya û Katalonyayê rêya diyalogê biceribînin.

Hikumeta Îspanyayê jî israr dike ku ew ê vê referandûma li Katalonyayê nas nake.

Wezîrê Edaletê yê Îspanyayê Rafael Catala jî tehdîd kir û diyar kir ku ‘çi tiştên zagon destûrê didin, ew dikarin bikin.’

Duh hat ragihandin ku ligel êrîşên polîsan û destdanîna ser sindoqan ji sedî 43 kes çûbûn ser sindoqan û ji sedî 93’ê gel jî xwestibûn ku ji Îspanyayê veqetin.