Li Kamerûnê bi dehan xwendekar hatin revandin

Li Kamerûnê ku ji ber hilbijartina serokdewletiyê alozî hîn dewam dike, bi dehan xwendekar hatin revandin. Tevgerên alîgirê serxwebûnê yên li herêmên bi zimanê Îngilîzî dimînin, tên sûcdarkirin.

Hate ragihandin, li paytexta herêma Nord Oûest Bamendayê ku li bakurê rojhilat ê Kamerûnê ye, herî kêm 79 xwendekar li dibistaneke navîn hatine revandin. Bûyer roja Yekşemê rû da û midûrê dibistanê, mamosteyek û ajokarê servîsê di nav de hene. 

Tê gotin, kesên çekdar xwendekar revandine û karê ji bo dîtina xwendekaran dewam dike. Tê texmînkirin ku bûyer ji aliyê komên alîgirê serxwebûna herêmên bi Îligîzî diaxive ve hatiye kirin.

Krîza sosyo-polîtîk a li herêmên Nord Oûest û Sud Oûestê, rê li ber şerê çekdarî vekiribû.

Ji ber şer bi sed hezaran kes neçar man ji van herêman koç bikin. Herî kêm 173 personelên leşkerî û polîsan û zêdeyî 400 sivîl hatin kuştin.