Li Kamboçyayê Partiya Hûn Sen tevahiya parlementeran wergirtin

Di hilbijartinên giştî yên Kamboçyayê de partiya serokwezîr Hûn Sen tevahiya parlementeran bi dest xistin. 

Berdevkê Partiya Gel a Kamboçyayê Sok Eysen, eşkere kir ku partiya wan li tevahiya welêt ji 125 parlementeran giştî qezenç kirine. 

Eysen got, "Piştgiriya gelê Kamboçyayê, ji bo ku Hûn Sen peywira xwe ya dîrokî pêk bîne, şensek da."

Partiya rizgariya neteweyî ya Kamboçyayê ku sala 2013’an mixalefet bû, ji sedî 44 ê dengan girtibûn û gelek nêzikî partiya desthilatê bibû. Lê di sala 2017’an de ev partî hatibû feskirin û serokê wê Kem Sokha xistibûn zindanê.