Li Kalîforniyayê agir bi daristanê ket
Li peravê başûr ê eyaleta Kalîforniya ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, agir bi daristanê ket. Ji ber şewatê 3 hezar kes neçar man malên xwe biterikînin.
Li peravê başûr ê eyaleta Kalîforniya ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, agir bi daristanê ket. Ji ber şewatê 3 hezar kes neçar man malên xwe biterikînin.
Şewat li herêma Rîversîdeyê derket ku bi 130 kîlometreyî li rojhilatê Los Angelesê ye.
Rayedaran gotin ku şewat bi gelek deveran ketiye û ji ber vê yekê jî 3 hezar kes neçar mane ji aliyên xwe derkevin.
Rayedarên herêmî dibêjin, şewat bi zanebûn hatiye derxistin. Di vê çarçoveyê de kesek hate destgîrkirn.