Li Kabîlê teqîneke mezin: Herî kêm 65 kes birîndar bûn

Li Kabîlê ya ku paytexta Efganistanê ye, di destê sibehê de teqîneke mezin pêk hat. Ji ber teqînê herî kêm 65 kes birîndar bûn.

Li gorî jêderkên Wezareta Karên Navxweyî saet di 08.55’an de li Taxa Pûlî Mahmûd Han teqînek pêk hat.

Hate ragihandin ku dema kolan qelebalix bûye, êrîş bi wesayîteke bombebarkirî hatiye kirin. Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Nasrat Rahîmî diyar kir ku li cihê teqînê şer jî heye.

Rayedar diyar dikin ku 10 jê zarok, herî kêm 65 birîndar hene. Tê diyarkirin dibe ku bîlanço giran bibe. Berdevkê Wezareta Tendirustiyê Vahîdûllah Mayar li ser twîtterê diyar kir ku gelek birîndar rakirine nexweşxaneyê.