Li Kabûlê teqîn: Herî kêm 9 kes birîndar bûn

Li navenda Kabûlê ya ku paytexta Efganistanê ye, teqîneke mezin pêk hat. Di teqînê de herî kêm 9 kes birîndar bûn.

Berdevkê Kabûlê diyar kir ku teqîn li Taxa Şahr-e Naw pêk hatiye.

Wezareta Tendirustiye diyar kir ku ‘Herî kêm 9 birîndar rakirine nexweşxaneya Kabûlê’

Berdevkê Wezareta Karê Navxweyî Nasrat Rahîmî jî diyar kir ku avahiyên saziya sivîl a bi navê ‘Coûnterpart înternatîonal’ ya li kêleka buroya serdozgeriyê bûye hedef. Piştî teqînê dengê çekan hat.

Berdevk got ku “Êrîşkar ketine avahiya rêxistina civakî ya sivîl. Polîsan dora qadê girtine û operasyon didome.”

Dema ku di navbera DYE û Talîbanê li Dohayê muzakere didomiyan, ev teqîn pêk hat.

Serokkomar Eşref Ganî yê ku li derveyî muzakereyan tê hiştin hefteya borî bi wesîleya meha Remezanê banga agirbestê li Talîbanê kiribû. Ganî di roja pêşîn a meha Remezanê de roja Yekşemê banga xwe dubare kir.