Li Kabîlê ji ber 3 êrîşan 11 kes mirin

Li paytexta Afganistan Kabîlê ji ber sê êrîşên cuda 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 45 kes jî birîndar bûn.

Li paytexta Afganistan Kabîlê ji ber sê êrîşên cuda herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Êrîşkarekî xwekuj bi motorsîkleteke bombebarkirî êrîşî mînîbuseke Wezareta Petrolê kir. Piştre bombeyek li heman herêmê teqiya. Li taxeke din a Kabîlê êrîş li wesayiteke sivîlan hate kirin.

Di encama êrîşan de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan ku 5 ji wan jin in, yek jî zarok e. Her wiha 45 kes jî birîndar bûn.

Talîbanê berpirsyariya çalakiya sêyemîn da ser milê xwe. Lê belê ragihand ku ti eleqeya wan bi teqînên din nîne.