Li Kabîlê di êrîşaTalibanan de, 22 kes mirin û 38 kes jî birîndar bûn

Li navenda paytexta Efganistan Kabilê tevgera Talîbanan êrîş kir û di êrîşê de 22 kes mirin û 38 kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku êrîş bi awayê çalakiya xwekujî pêk hatiye. Wezareta Karê Navxweyî daxuyanî da û ragihand ku di êrîşê de 6 encamên hêzên ewlehiyê jî di nav de bi giştî 22 kes mirin û 38 kes jî birîndar bûn.

Wezaretê diyar ku di nava kesên mirî de jin û zarok jî hene. Êrîş li nêzî navenda çerxerêya bajêr pêk hat û tevgera Talîbanan êrîş li xwe girt.

Di nava rojê de jî li mîtînga Serokkomarê Efganistanê Eşref Ganî ya li wîlayeta Pervan teqînek çêbibû. Di teqînê de herî kêm 24 kes mirîbûn û 31 kes jî birîndar bûn.