Li Japonyayê 15 kes ji germê mirin

Li Japonyayê, herî kêm 15 kes ji germê mirin û 12 hezar kes jî nexweş ketin.

Li gorî îdareya felaketên xwezayî, dawiya hefteyê 12 kes mirin û 9.900 jî ji ber nexweşiyê rakirin nexweşxaneyê. Hefteya bihurî jî 3 kes mirin û 2.700 kes rakirin nexweşxaneyê.

Roja Yekşemê li gelek bajaran pileya germê gihîşt 40 dereceyê. Li gorî ajansa nûçeyan a Kyodo Newsê, tenê roja Şemiyê 11 kes mirin ku piraniya wan kal û pîr in.

Ajansa meteorolojiyê ji ber germê hişyarî da. Li gorî daxuyaniyê, dinya wê gelekî germ bibe û ji welatiyan hate xwestin ku gelekî avê vexwin.

Hefteya bihurî ji ber germê zarokekî 6 salî dema ji dibistanê derket, jiyana xwe ji dest dabû.