Li Japonya ji ber barana zêde 49 kes mirin

Ji ber barana zêde ya li bakurê rojhilatê Japonyayê herî kêm 30 kes mirin. Rêveberan diyar kir ku îro wê herî kêm 1.9 milyon kes bên veguhestin. Televîzyona NHK’ê jî ragihand ku herî kêm 49 kes mirine.

Şeva Şemiyê li Herêma Tokyo a paytexta Japonyayê bi pileya 5,9 erd hejiya. Hema piştî erdejê hişyariya lêhiyê hate kirin, hate ragihandin ku ziyaênê madî û can pêk hatine.

Li bakurê rojhilatê welat jî bi rojan e baranek dijwar dibare. Ji ber barîna zêde ya baranê li herêmên Okayama, Kyota û Hîroşîmayê qûlên mezin li erdê, dîsa hezîn û lêhî rabûye. Tevî veguhestina bi rojan a beşek gelê li herêmê ne, lê dîsa asê mane.

Rêveberekî ji parastiana têkoşîna bi bûyerên xwezayî re, daxuyaniya dayî AFP’ê wiha got: “Em li benêne ku hejmara windayan zêde bibe. Agahiyên zelal nagihijin.”

Televîzyona bi navê NHK’ê jî diyar kir ku hejmara miriyan 49 da, hejmara windayana jî 48 diyar kir.

Li herêmê 48 hezar erkdarên erka xweparastinê, leşker û polîs li ser kar in.